Amadekariyên avakirina konbajarê Kobanê didomin

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Desteya Jinûve Avakirinê ya Kantona Kobanê dest bi vegirtina konên welatiyan ên ku vedigerin Kobanê û malên wan hilweşiyane, kir. Her wiha ji bo birêvebirina welatiyên di konbajar de meclîsek hatiye avakirin.

Amadekariyên avakirina konbajarê Kobanê didomin
Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Desteya Jinûve Avakirinê ya Kantona Kobanê dest bi vegirtina konên welatiyan ên ku vedigerin Kobanê û malên wan hilweşiyane, kir. Her wiha ji bo birêvebirina welatiyên di konbajar de meclîsek hatiye avakirin.

KOB-HAZIRTIYE-VEKIRINA-KAMPE-1

Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê di civîna xwe ya 10’ê kanûna 2014’an de biryar girt ku Desteya Jinûve Avakirinê çêbike û di 30’ê çileya 2015’an de piştî 4 rojan ji rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê di civîneke çapemeniyê de ragihand. Di heman civînê de hate gotin ku ji sedî 80 ji avahiyên bajarê Kobanê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatine hilweşandin ji ber vê yekê pêwîstî bi avakirina vê desteyê hebû.

Di çarçoveya kar û xebatên Desteya Jinûve Avakirina Kobanê de, desteyê dest bi projeya avakirina konbajarekî ku ji hezar konan pêk tê kir. Di konbajarê de her wiha 4 dibistan, navendeke tenduristiyê û navendeke ewlekariyê dê bêne vekirin. Amadekirina binesaziya vê konbarjarê di 21’ê Sibatê de bi dawî bû û niha jî dest bi vegirtina konan hatiye kirin. Li gorî Berdevkê Fermî yê Desteyê Idrîs Nehsan diyar kir ku dê di mehekê de bi dawî bibe.KOB-HAZIRTIYE-VEKIRINA-KAMPE-4

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Desteya Jinûve Avakirinê ya Kantona Kobanê wekî destpêk niha dest bi vegirtina 150 konên welatiyan ên ku di van demên dawî de vegeriyane Kobanê û malên wan hilweşiyane, kir. Rêveberên ku di avakirina konan de dixebitin diyar kirin ku hemû pêdiviyên welatiyan ji av û ceyranê peyda bikin.

Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Xizmetguzariyê Fethî Misro diyar kir ku ji bo birêvebirina welatiyan di konbajar de dê pênc meclîsan ava bikin û heta niha tenê meclîsek hatiye avakirin.

Güncelleme Tarihi: 16 Mart 2015, 18:11
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER