Şahidên Komkujiyê: Komkujiya Helepçeyê êşeke dawî lê nayê

Tevî ku di ser komkujiya Helepçeyê re 27 sal derbas bûn jî êşên rê li ber vekir, hînê mîna roja destpêkê tê hîskirin.

Şahidên Komkujiyê: Komkujiya Helepçeyê êşeke dawî lê nayê
Tevî ku di ser komkujiya Helepçeyê re 27 sal derbas bûn jî êşên rê li ber vekir, hînê mîna roja destpêkê tê hîskirin. Yên ji komkujiyê rizgar bûn gotin, "Her tişt ji nişka ve qewimî. Di nava 10 deqeyan de bêhn li hezaran mirovî çikiya."

Rejîma Baasê ya Iraqê ya bi rêveberiya Saddam Huseyîn beriya niha bi 27 salan bi gazên kîmyewî êrîşî gelê sivîl ê li Helepçeyê kir û îmzeya xwe avêt binê hovîtiyeke ku mora xwe li sedsalê xist. Di êrîşê de zêdeyî 5 hezar kes mirin, bi hezaran mirov seqet man, bi sed hezaran mirov neçar man koç bikin.

Komkujiyê ne tenê mirî û birîndar li dû xwe hişt, jiyanên wêran bûyî û janeke bê dawî li dû xwe hişt. Yên ew kêlî jiyan, komkujiya bi bêhna sêvê destpê kir ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re vegotin.

'JI MALBATA MIN DEH KES HATIN QETILKIRIN'

Mahsûme Gul Mûhammed bi gotina 'eger karibe were vegotin, ez ê vebêjim. Lê gelo yên nejiyaye dikare fêm bike' dest bi vegotina Komkujiya Helepçeyê dike. Mûhammed dibêje, "Bêhnek belav bû li derdorê. Me fêm nekir çi diqewime, me nizanîbû em çi bikin. Min li kîjan alî dinêhirî bedenên bê ruh li erdê dirêjkirî bûn. Ez ber bi mala kekê xwe ve reviyam. Deng ji kesî dernediket. Deh kes ji nişka ve miribûn. Derketim nava kolanan. Li kolanan cenaze û mirovên ji halketî. Min jî bi zorê bêhn distend. Heta roja îro jî difikirim gelo ez çawa jê filitîm."

'KÊLIYEKE ZILMÊ BÛ KU DAWÎ LÊ NEDIHAT'

Extiyarê Helepçeyî yê bi navê Abdûrrahman Reşîd Emîn jî diya xwe û du xwişk-birayê xwe di Komkujiya Helepçeyê de winda kiriye. Ew wan kêliyên komkujiyê bi gotina "Kêliyeke zilmê bû ku dawî lê nedihat" pênase dike.

Reşît Emîn anî ziman ku destpêkê bêhna sêvê ji derdorê hat û bi vî rengî behsa wê kêliya komkujiyê dike: "Em matmayî mabûn. Ji nişka ve ezmanê Helepçeyê bi dengê balafiran hejiya. 10-15 heb bûn. Nizanim hejmara wan a zelal. Dengekî mezin hat û ji nişka ve bêhn ket bêvila me. Her tişt gelekî lez û bez qewimî. Di nava deh deqeyan de bêhn li bi hezaran mirovî çikiya. Mirov li kîjan alî binêriya, bedenên bê ruh û can li erdê dirêjkirî bûn. Yên filitîn abjar terikandin. Ketin ser rêya koçberiyê. Bi qasî yên mirin, ewqasî mirov bi xizanî û nexweşiyê re rû bi rû man. Her kes perîşan bûn. Hin jê hiş ji serî çû, hin jê kor bû."

'EZ Ê NIKARIBIM QET WAN KÊLIYAN JI BÎR BIKIM'

Ji mexdûr û şahidê komkujiyê Hesen Elî jî dibêje, "Êşa me her tim teze ye. Me ew roj qet ji bîr nekir. Îro salvegera 27. a komkujiyê ye û duh êvarê yek ji birîndarê vê komkujiyê jiyana xwe ji dest da. Heta ku em bijîn, em ê wê rojê ti carî ji bîr nekin."

Hesen Elî kêliya komkujiyê bi gotina "tuyê bêjî qey ji nişka ve dawiya dinyayê hatiye" anî ziman û got, "Malbata min ji hev belav bû. Her yek jê çû cihekî. Heta roja îro min hînê kurekî xwe nedîtiye. Ti cih nema ku me serî lê neda, em lê negeriyan, lê belê me nedît. Hin jê zarokên xwe, hin jê dê û bav ê xwe, hin jê xwişk û birayên xwe winda kirin. Helepçe ji nişka ve tine bû. Qirkirinek hatibû kirin. Saddam Helepçe ne tenê bi mirovên tê de bi her tiştên çi zindî çi ne zindÎ xwest tine bike. Karesatek bû."

Güncelleme Tarihi: 16 Mart 2015, 18:10
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER