Cenazeyê şervanê YPG’ê li Şirnexê spartin axê

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Ramazan Bektaş (Egît Cûdî) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê li Şirnexê spartin axê
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Ramazan Bektaş (Egît Cûdî) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.


Cenazeyê Şervanê YPG’ê Ramazan Beştaş (Egît Cûdî) ê ku di 20’ê cotmeha 2014’an li Kobanê di şerê li dijî çeteyên

DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li Rihayê hate wergirtin û anîn Şirnexê. Cenazeyê Beştaş di ketina bajar de ji aliyê nemzetên HDP’ê yên Şirnexê, hevşaredarên Şirnex û navçeyan, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Darbesta Beştaş bi ala YPG’ê hate pêçandin û ji aliyê girseyê ve li ser milan ber bi Goristana Nala Rû ya li taxa Bahçelîevler ve birin. Di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, PKK û KCK’ê hatin hilgirtin. Li goristanê sruda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û rêzgirtin pêk hat.

SIRNEX-MERASIMA-CENAZE-1

‘Em axa xwe ji hêzên şerxwaz re nahêlin’

Endamê MYK’ê yê HDP’ê Mehmet Aslan di merasîma cenaze de axivî û wiha got: “Her çar aliyên Kurdistanê li aliyê dewletên faşîst û rêxistinên faşîst ve hatine girtin. Li erdnîgariyekî wisa de jiyîn berdêlên dixwazin û em gelek berdêlan didin. Ligel van hemû şehîdan em axa xwe ji hêzên şerxwaz re nahêlin. Em bi hezaran caran ev li ser gora şehîdên xwe got. Ez careke din li vir vê dubare dikim. Ciwanên kurd teqez axa xwe ji dewletên destpotîk û çeteyên DAIŞ’ê re nahêle.”

SIRNEX-MERASIMA-CENAZE-3

‘Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye’

Dayîka şervanê YPG’ê Bektaş Nuriye Bektaş jî diyar kir ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye û wiha got: “Ji ber ku ew cenazeyê kurê min ji min re anî ez spasiyên xwe ji gelê kurd re dikim. Ramazan tenê şehîdê min nîn e yên hemû Kurdistanê ye.”

Güncelleme Tarihi: 07 Mayıs 2015, 09:29
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER