Di roja 171’ê de YPG û YPJ hat silavkirin

Nobedarên sînor yên li Mehserê amadekariya mîtîngê dikin li Miseynter û Elîzerê zincîra mirovahiyê avakirin û di roja 171’ê de şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin.

Di roja 171’ê de YPG û YPJ hat silavkirin
Nobedarên sînor yênli Mehserê amadekariya mîtîngê dikin li Miseynter û Elîzerê zincîra mirovahiyê avakirin û di roja 171’ê de şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin.


Piştî azakirina Kobanê şûnde pêvajoya înşakirina Kobanê didome û her wiha operaysonên paqijkirina çeteyê DAIŞ’ê jî berdewam dike. Di heman demê nobeta li gundên sînor tê girtin jî bê navber didome û li gundê Mehserê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê xebatên mîtîngê didomin.

Nobedarên sînor çalakiya silavkirina bexwedêrên  sînor îro jî berdewam kirin. Bi sedan kesî  alên PKK, KCK, YPG, YPJ, TEVDEM û posterên Ocalan hildan.  Di roja 171’ê berxwedana Kobanê de şervanên YPG û YPJ’ê hatin silavkirin.

Güncelleme Tarihi: 04 Mart 2015, 12:38
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER