'Em ê li gorî serkeftina Kobanê Newrozê pîroz bikin'

Tevî hemû astengî û kêmasyan Navenda Baqî Xido bi israr e ku Newroza 2015’an bi rengekî ku layîqî berxwedana Kobanê be, pîroz bike.

'Em ê li gorî serkeftina Kobanê Newrozê pîroz bikin'

Piştî ku bajarê Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. Gelek saziyên Kobanê ji nû ve deriyê xwe vekirin û tevî rewşa awarte, kêmasî û bêderfetiyan, careke din dest bi karê xwe kirin.KOB-NAVANDA-BAQI-XIDO-AMADEKARIYA-NEWROZE-3

Yek ji van saziyan jî Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ye, ku piştî derxisina çeteyan ji bajarê yekser navendeke xwe ya nû vekirin, ji ber ku navenda wan ya berê ango Navenda Baqî xido di encama şer de gelek ziyan dîtibû.

Endamên naveda Baqî Xido piştî ku navenda xwe ya nû vekirin yekser dest bi amadekariyên Newrozê kirin. Navenda Baqî Xido tevî hemû zehmetî, kêmasî û kêmderfetiyan jî bi îsrar e ku amadekariyên  xwe bidawî bike û Cejna Newrozê ya sala 2015’an bi rengekî ku layiqî berxwedana Kobanê be, pîroz bikin.

Astengiyên navendê

Derbarê astengiyên ku li pêşiya navenda Baqî Xido derdikevin Endama Rêveberiya Navendê Nûjî Hesen got: ˮJi Sedî 25 ji alavên wan ji aliyê çeteyan ve hatine dizîn û xerabkirin. Ji bo Cejna Newrozê dem kêm maye û me jî beriya kêmî mehekê dest bi amadekariyan kiriye, lê belê ji ber tunebûna ceyranê em astengiyên mezin dibînin. Ji ber ku sotemenî li Kantonê peyda nabe. Em neçar dibin ku rojê 3 saetan cenetorên ceyranê vêxin.Em rojane perwerdeyên xwe yên koman di saet 18:30’an de heta saet 21:30’an dibînin. Em astengiyê di aliyê cilên koman de jî dibînin. Ji ber ku piraniya cilên koman ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine dizîn û şewitandin. Dema me tune ye ku em cilên nû ji koman re amade bikin. Ji bo vê jî em ê ji bo gelke koman cilên hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi kar bînin.

Komên ku wê beşdarî Newrozê bibinKOB-NAVANDA-BAQI-XIDO-AMADEKARIYA-NEWROZE-2

 Nûjîn Hesen diyar kir ku ew wek navenda Baqî Xido bo meheke amadekariyê vejîna Newroza îsal dikine û got ku ew bi gelek komên dîlanên ên zarokan, mezinan, komên stranan û komên şano beşdarî şahiya Nerozê bibin.

Komên ku wê beşdarî Newrozê bibin wiha ne: “  3 komên dîlanê yên zarokan ku ji 50 endmî pêk tên. Ew jî koma şehîd Sadeq, şehîd Fîras û koma şehîd Akif in. Koma Botan a stranan, komeke dîlanê ku ji 20 endaman pêk tê û komeke şanoyê ku ji 15 endaman pêk tê wê şanoyekî li ser êrîşên li ser Kobanê, koçberî û wêranî, serkeftin û vegera welaiyên were pêşandan”.

Nûjîn Hesen da zanîn ku wê hunermendên Kurdistanî jî beşdarî Newroza Kobanê bibin.KOB-NAVANDA-BAQI-XIDO-AMADEKARIYA-NEWROZE-4

‘ Wê Newroz Îsal li gorî serkeftina Kobanê wer pîroz kirin’

Nûjîn Hesen diyar kir ku hemû komên ku wê beşdarî Newrozê bibin,  li hev civiyan û kêmî mehekê ye perwerdeya xwe dewam dikin. Nûjîn Hesen da zanîn ku ew gelekî astengiyê dibînin. Lê ew bi hemû derfetên xwe  ji bo peydakirina alavên pêwîst û perwerdekirina koma ji bo pêşwazîkirina Newrozê di nava xebatan de ne.

Nûjîn Hesen destnîşan kir ew bi israr tevhî astngiyan di nava xebatan de ne û got ku ew Newroza Kobanê li gorî serkeftina ku Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi serxistine pîroz bikin.

Hêjayî gotinê ku navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido beriya demekê hemû hunermendên Kurdistanî û cîhanî vexwendibûn ku beşdarî Newroza Kobanê bibin.

Güncelleme Tarihi: 16 Mart 2015, 17:57
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER