Fransayê malperên alîgirê DAIŞ'ê girt

Li Fransayê 5 malperên înternetê yên destek didan çeteyên DAIŞ'ê û rêxistinên din ên alîgirên şîdetê, hatin blokekirin. Di dîroka Fransayê de yekemcar bi hinceta 'propaganda terorîzmê' malperên înternetê tên astengkirin.

Fransayê malperên alîgirê DAIŞ'ê girt
Bi biryara Wezareta Karên Hundir a xwe disperê qanûna di meha Mijdarê de derketiye re, yek jê malpereke nûçeyan bi giştî 5 malper hatin astengkirin. 


Di rûpela vekirinê ya malperên hatin qedexekirin de hişyariya 'ya çalakiyên terorîst provoke dike' û 'ya van çalakiyan diparêze' hat dayîn. Di van malperan de jî materyalên antî propagandayê yên li hemberî DAIş û hin komên din ên terorîst hatine amadekirin, tê pêşkêşkirin.

Hebûna malperên destekê didin êrîş û komkukjiyên DAIŞ'ê û rêxistinên selefî yên tund, li Fransayê demeke dirêj dihat nîqaşkirin. Di çarçoveya ''Qanûna Antî-terorîzm' a di meha Mijdarê de hat qebûlkirin de, malperên înternetê yên êrîşên terorîstî provoke dikin û mafdar nîşan didin, dikarin ji aliyê saziyên dewletê ve werin girtin.

Di çarçoveya qanûnê de der barê naveroka malperê de destpêkê rêveberên malperê û bikarhênerên wê tên hişyarkirin, eger li ber çavan neyê girtin, piştî 24 saetan malper tê girtin.

Güncelleme Tarihi: 17 Mart 2015, 19:09
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER