'Gelên ku AKP'ê hewl da ji hev veqetîne di HDP'ê de li hev civiyan'

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza 3. a Mersînê Tanriverdî got, "Her ku HDP firsenda xwe danasînê bibîne wê mezin bibe" û destnîşan kir ku ew ê desthilatdariya AKP'ê hilweşînin.

'Gelên ku AKP'ê hewl da ji hev veqetîne di HDP'ê de li hev civiyan'
 Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê rêza 3. a Mersînê Tanriverdî got, "Her ku HDP firsenda xwe danasînê bibîne wê mezin bibe" û destnîşan kir ku ew ê desthilatdariya AKP'ê hilweşînin. Tanriverdî bi lêv kir ku AKP li Mersînê hedef dike ku zarokên Kurd û gelan bîne hemberî hev û got wê têkoşîna mafêN mirovan li Meclîsê bidomîne.

Namzetê rêza 3. yê HDP’ê yê Mersînê Alî Tanriverdî diyar kir ku li dijî zextên li dijî zarokên Kurd û aliyên muxalîf li Mersînê bi salan têkoşîna mafê mirovan meşandiye û niha xwe amade dike ku biçe parlamentoyê.

Tanriverdî ku li dijî zextên dewletê yên li ser Kurdê hatine koçberkirin, bi salan têkoşîn meşandiye, eleqeya hemû çand û baweriyên li bajar kişandiye. Tanriverdî ji bo kesên ku mafê wan hatine xespkirin bi salan têkoşîn meşandiye û di sala 2012’an de ji ber ku bûyera tecawizê ya li girtîgeha Pozantiyê deşîfre kir, di bin navê KCK’ê de hat girtin. Tanriverdî  got: “Dema ez biçim parlamentoyê ezê mafê mirovan û bi taybet jî mafê zarokên girtî yên siyasî û pirsgirêka girtiyên nexweş ji holê rabikim.”
Em bi namzetê HDP’ê yê Mersînê Alî Tanirverdî re axivîn.

EM Ê SALTANATA AKP’Ê HILWEŞÎNIN

Tanriverdî xwe wiha da nasîn: “Min bi salan di qada mafê mirovan de li ÎHD’a Mersînê xebat meşand.  Min cigiriya serokê giştî yê ÎHD’ê kiriye.  Dema min xebat dimeşand, ji bo astengiyên li pêş azadî û mafên sereke yên Tirkiyeyê rabin, ji bo demokrasî bi sazî û rêbazan bimeşe, min xebat meşand. Ev tenê bi xebata komeleyê têr nedikir û min got divê ev rêxistina siyasî jî pêk bê. Ji ber vê ez bûm endamê HDP’ê û min serlêdana namzetiyê kir. Eleqeya gelên cuda ya li dijî partiya me xwe nîşan dide.  Ez wisa difikirim ku her ku xebatên me bimeşe, emê mezin bibin. Benda ji sedî 10 hilberîna 12’ê îlonê ye.  Ez di wê baweriyê de me ku emê bendê derbas bikin.”

Tanriverdî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Fikarên gelê me hene.  Aliyên hişmend, bi hestên paqij hinek pirsan dipirsin.  Lê bila guman ti kesî tinebe. Ancax HDP pêşî li hewesa dîktatoriyel a AKP’ê bigire. Bawerî heye ku ancax wê HDP berdevkiya aştî û biratiyê bike.  Kesên di partiyên cuda de li me digerin û dibêjin emê piştgiriyê bidin we.AKP ji xwe tiştekî wisa hezm nake. Em partiyeke ku saltana wan xera bikene, derketine rê. Fikarek wisa mirovan xemgîn dike.”

EM HER KU XWE VEDIBÊJIN MEZIN DIBIN

Tanriverdî destnîşan kir ku li Mersînê AKP hema hema ji holê rabûye û belav bûye û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Her ku em derfetê dibînin ku xwe ji civakê re vebêjin, em eleqeyê dibînin. Ev helwest û nêzîkatî, kîn û nefreta Birêz Serokkomar Erdogan, di esasê de îfadeya wî ya eşkare ye. Heta niha derfetê me tinebû ku em xwe ji aliyê cuda yên civakê re vebêjin. Kêm be jî çapemeniyê guh da berdevkên partiya me.  Me xwe ji civakên cuda re vegot. Heta niha kesên din em vedigotin. Dema vedigotin jî hinek tiştên neyînî dianîn ziman.”

Tanriverdî da xuyakirin ku Mersîn bajarekî prototîp a Tirkiyeyê ye. Tanriverdî wiha berdewam kir: “Mersîn Tirkiye, Tirkiye jî Mersîne. Dibe ku li bajarên din jî çand û baweriyên din hebin lê li Mersînê cudatire. Li Mersînê girseyek mezin ya Kurd heye.  Civakek Elewî ya xurt li Mersînê heye. Ereb lê hene.  Kêmar zêde ne. Dîsa potansiyela Romenan zêde ye.

DEWLET HEWL DIDE GELAN JI HEV BIKE

Dewletê heta niha li dijî Mersînê qanûnên taybet pêk anî. Yên xwedî raye, teşkîlata polîsan û burokrasiyê ji bo ev potansiyel bê belavkirin, hatin peywirdarkirin. Bi taybet di navbera Kurd û Tirkan de, Elewî û Ereban de ji bo têkiliyê qût bikin, hewl dan.  Bi salan li ser vê projeyê sekinin. Provakasyona  alê li Mersînê hat kirin.  Ji bo têkoşîna azadiya kurd û dînamîkên din neyên cem hev,her tişt hat kirin.  Dem bi dem bi ser ketin. Lê di vê pêvajoyê de hemû dînamîk di bin HDP’ê de hatin cem hev. Vê jî AKP tirsand.”

HETA GIRTÎ AZAD NEBIN EZÊ RANEZÊM

Tanriverdî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Mersînê bi çavê dijminahiyê li Kurdan dinêrin.  Li gorî min pergal wisa dinêre;Li şûna em bi mezinan re mijul bibin, em îradeya zarokan bişikînin. Em zarokan teslîm bigirin. Em zarokan bikin sîxur. Em tecîz bikin, çavê malbatan bitirsînin.’ Mersîn wek cihê pîlot  hilbijartin.  Hat rewşek wisa ku li kolanê zarok neman. Zarokên 8 salî jî dihatin binçavkirin.  Ger em li dijî vê zilma li ser zarokan wek temaşevan bimana wê me wijdan û mirovahî bavêta aliyekî. Her çiqas me girtiya Pozantiyê girtibe jî me pêşî li tecawiza dewletê negirt.  Cihê zarokan cem dayika wane, cihên wan parqe.  Niha 10 hezar girtiyên siyasî hene û jiv an 721 nexweşin û li bende mirinê ne. Divê em mirov demildest bên berdan.Ger ez bikevim parlamentoyê heta, girtî azad nebin ezê ranezim.” / Firatnews

Güncelleme Tarihi: 11 Mayıs 2015, 12:51
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER