Ocalan: Ne ji sedî 10 divê hê zêdetir deng bên armanckirin

Berdevkê Heyeta muzakereyê Onder, diyar kir di hevdîtîna bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re mijara esasî nameya Newrozê bû. Onder got ku Ocalan der barê rewşa sirgûnên li Ewropayê de agahî xwestine û bi girtiyên ku nû anîne giravê re hevdîtin pêk aniye.

Ocalan: Ne ji sedî 10 divê hê zêdetir deng bên armanckirin
Onder diyar kir dibe ku hevdîtina bê bi Heyeta Şopandinê re pêk were û da xuyakirin ku Ocalan gotiye wê benda hilbijartinê nebe astengî.


Berdevkê Heyeta muzakereyê Onder ê di nav Heyeta Îmrali de cih digire têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji ANF’ê re axivî.

ROJEVA ESASÎ NAMEYA NEWROZÊ

Berdevkê Heyeta muzakereyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtineke 4 saetan pêk anîne û got, "Mijara esasî ya hevdîtinê nameya Newrozê bû. Name temam kir û radestî me kir. 21’ê Adarê em ê li Amedê bi tevayî cîhanê re parve bikin.”

HEVDÎTINA PIŞTÎ NEWROZÊ BI HEYETA ŞOPANDINÊ RE

Onder,diyar kir ku têkildarî xebatên dawî û pêşniyarên xwe yên ji bo Heyeta Şopandinê ragihandine Ocalan û got, "Ew bi pêşniyarên xwe re ez bawerim di nav vê hefteyê de wê ragihîne heyeta dewletê. Yekemîn civîna piştî Newrozê mimkun e bi Heyeta Şopandine re pêk bê."

Onder da xuyakirin ku Ocalan der barê rewşa hiqûqî ya sirgûnên li derveyî welêt agahî xwestine, agahiyên di destên xwe de parve kirine, agahiyên kûr jî di nav vê hefteyê de wê ragihînin.

OCALAN BI GIRTIYÊN NÛ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ

Onder ragihand ku Ocalan bi girtiyên ku nû sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin re hevdîtin pêk aniye û got: “Birêz Ocalan bi girtiyên nû hatin re hevdîtin pêk aniye. Diyar kir ku ew ê di xebata mûzakereyan de valahiyeke girîng dagirin. Hevdîtineke dirêj û berfireh pêk aniye.”

'DIVÊ HEDEF JI SEDÎ 10’Ê DENGAN ZÊDETIR BE'

Onder diyar kir ku Ocalan têkildarî hilbijartinan jî nirxandin kiriye û got: ''Birêz Ocalan pêşniyarên xwe yên têkildarî xeta HDP li ser dimeşe bi me re parve kir. Got 'Ez bawer nakim ku bend ti astengiyan derxe'. Got ku wê bersiva gel a ji bo siyaseta demokratîk xurt be û bandora vê yekê di çapemeniya dîtbarî û nivîskî de jî tê dîtin.'' Onder da zanîn ku Ocalan gotiye ku divê zêdetirî ji sedî 10’ê deng bên armanckirin. Onder diyar kir ku wê piştî Newrozê serdanên wan ên li Başûrê Kurdistanê tevî Parlamentera HDP’ê ya Amedê Leyla Zana destpê bikin.

NAME WÊ BI KURDÎ Û TIRKÎ BÊ XWENDIN

Her wiha hate ragihandin ku wê nameya Ocalan a ji bo Newroza Amedê bi zimanên Kurdî û Tirkî bê xwendin. Hate zanîn ku wê Kurdiya nameyê ji aliyê Serokwekîla HDP’ê Pervîn Buldan ve û Tirkiya nameyê jî wê  ji aliyê Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê û Berdevkê Heyeta Muzakereyan Sirri Sureyya Onder ve bê xwendin.

Güncelleme Tarihi: 19 Mart 2015, 19:55
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER