Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê Nadîn Nebo (Welat Şêrawî ) û Fewaz Qehreman Emîn ku di berxwedaniya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li eniya başûrê Kobanê jiyana xwe dest dabûn, bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê spartin axê

Şervanên YPG’ê Nadîn Nebo (Welat Şêrawî) ku di 1993’an de li gundê Kemarî yê girêdayî Kantona Efrînê ji dayîk bûye û Fewaz Qehreman Emîn ku di 1991’an  de li gundê Bilik ê Kobanê ji dayîk bûye, di  berxwedaniya 9’ê Gulana 2015’an a li gundê Qil Heydê yê dikevê başûrê  Kobanê de jiyana xwe dest dabûn.2015-5-10 (8)cenazey_ 2 _ervan_n YPG _ spartin ax_

Cenazeyên herdu tekoşeran îro ji aliyê sedan kesan ve ji Saziya Malbatên Şehîdan hatin wergirtin û bi karwanekî ku ji sedan tirimpêlan pêk tê û  bi diruşmeyên “Şehîd namirin” birin Goristana Şehîd Dîcle.

Beriya karwer bigihîje goristanê, şervanên YPG’ê cenazeyên têkoşeran ji tirimpêlan daxistgin tevî gel li ser milan birin goristanê.

Li goristanê jî merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Izet Hemo axivî. Hemo sersaxî ji hemû malbatên şehîdan xwest û destnîşan kir ku soza YPG’ê daye, îro pêk hatiye û wiha dom kir: “YPG’ê tax û gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizga kirin. Hemleyan wan ji bo rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê hîn berdewam dikê. Pêwîste herkes xwedî li şehîdên xwe û YPG /YPJ’ê derkeve.”

Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Divê tu kes nefikirê ku şer bi dawî bûye. Her roj li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li  Kobanê şehîd hene. Berxwedaniya YPG û YPJ’ê berdewam dike. Em bi navê YPG’ê bang li hemû ciwanên li derveyî welat dikin ku vegerin tevlî nav refên YPG’ê bibin.”

Piştî axaftinan  cenazeyên şervanên YPG’ê di nava diruşemeyên “Şehîd namirin” de spartin axê.

Güncelleme Tarihi: 11 Mayıs 2015, 12:50
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER