'Em ê hemû herêmê ji çteyan rizgar bikin'

Fermandarê Tabûra Soran a YPG’ê Felat Soran diyar kir ku wan li ser daxwaza welatiyan dest bi paqijkirina gundên başûrê kantona Cizîrê kirine û got ku şer û pevçûn li gundê Til Eşera hîn didome.

'Em ê hemû herêmê ji çteyan rizgar bikin'
Fermandarê Tabûra Soran a YPG’ê Felat Soran diyar kir ku wan li ser daxwaza welatiyan dest bi paqijkirina gundên başûrê kantona Cizîrê kirine û got ku şer û pevçûn li gundê Til Eşera hîn didome. Soran destnîşan kir ku hêzên YPG û YPJ’ê beşeke mezin ji herêmê rizgarkirine û tekez kir ku heta herêm bi temamî neyê paqijkirin dê şerê li dijî çeteyan ranewestînin.


Fermandarê Tabûra Soran Felat Soran derbarê şer û pevçûnên li herêma başûrê kantona Cizîrê û bi taybet herêma di navbera Til Temir û Hesekê diqewimin ji ANHA’yê re axivî. Felat Soran diyar kir ku wan li ser daxwaza gundiyên herêmê li dijî çeteyan opersyon dane destpêkirin û got: ˮDi encama opersyonê de me hin gund û mezreyên herêmê yên di navbera Hesekê û Til Temir ji çeteyan rizgar kirin. Li gundê Til Eşra şer û pevçûnên ku 9’ê gulanê destpê kiribûn hîn berdewamin. Di pevçûnên li vî gurndî de çeteyan hewl dan yekîneyên me dorpêç bikin. Lê hêzên me yên amade û hişyar bûn, berxwedaneke bê hempa nîşan dan, hemû hewldanên çeteyan têk birin. Şerê rizgarkirina gund didome.ˮ

‘Hejmarek mezin çete di gund ne’

Felat Soran destnîşan kir ku hejmareke mezin çete di gundê Til Eşra de hene û wiha dom kir: ˮEm bi israr şer dikin, tevî ku hejmareke mezin a çeteyan di gund de heye, lê vîna me ya serkeftinê dê wan têk bibe û emê serbikevin. Me çeteyên di beşekî mizin a gund de têk birine. Hêzên me pêş ve diçin bê guman em ê gund ji çeteyan rizgar bikin. pêşketinên em bi dest dixin bi fermanên diurst a fermandarên me û muralê mezin a şervanên me ku hêza xwe ji fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan digirin. Gelê me jî bi hemû hêza xwe pişgiriya me dike. Em jî niha li ser daxwaza gel parstinê dikin.ˮ

‘Armanca me ya sereke miroviye’

Felat Soran da zanîn ku armanca hêzên wan a sereke miroviye û wiha dom kir: ˮArmanca me ya sereke ji rizgarkirina herêmê parstina gelê herêmê ji kiriyarên çeteyên DAIŞ’ê ye. Kiryarên çeteyan li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye. Ji ber wê yekê jî emê hemû hêza xwe ji serkeftina opersyonê bi kar bînin.ˮ

HSK-HEVPEYVIN-FERMANDAR-FELAT-2

‘Gel bi germî me pêşwazî dike’

Soran, da xuyakirin ku dema ew gunekî yan mezreyeke herêmê ji çeteyan rizgar dikin şêniyên wê kurd, ereb an suryanî bin bi germî pêşwaziya hêzên YPG’ê dikin û wiha pê de çû: ˮDema em gundekî yan mezreyekê rizgar dikin, şêniyên wê bi germî pêşwaziya me dikin. Rehetî û hezkirina xwe ji mere nîşan dikin û dibêjin ku baweriya wan bi hêzên YPG û YPJ’ê heye ku dê parastina wan bike. Em ê jî bi hemû hêza xwe parastina hemû pêkhateyên herêmê bikin û parstina wan ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê bikin. Em tu cûdahiyê naxin navbera zarok, mezin, pîr, ciwanan, kurd, erban de. Em her kesî diparêzin.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Soran got ku tu hêz nikare di pêşketinên hêzên YPG û YPJ’ê de bisekine û got: ˮJi ber vê yekê em ê hemû herêmê rizgar bikin û dê gelê herêmê azad û aram jiyan bike.ˮ / ANHA

Güncelleme Tarihi: 11 Mayıs 2015, 12:48
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER