Jin ji bo 8'ê Adarê li qadan in

Bi hezaran kes tevlî mîtîngên bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yên li Mûş, Îdîr û navçeyên wan pêk hatin bûn.

Jin ji bo 8'ê Adarê li qadan in
Bi hezaran kes tevlî mîtîngên bi armanca 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yên li Mûş, Îdîr û navçeyên wan pêk hatin bûn.

Bi hezaran jin îro bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi pêşengiya KJA hatin lidarxistin bûn.

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku wan hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîye û got: “Ger îro jin di pêvajoya muzakerayan de li ser maseyê rûdinin, ev pêşketina herî mezin e.

ÎDÎR

Mîtînga bi beşdariya bi hezaran kesî li Qada Şaredariyê pêk hat. Tevî Parlamentera HDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan, hevserok û rêveberên Îdir û navçeyên wê yên HDP û DBP’ê, bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Di mitîngê de alên KJA hatin hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Berxwedana YPJ’ê” hatin gotin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên dîrokên jiyana xwe ji dest dane, hatin vekirin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku wan hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîye û got: “Ger îro jin di pêvajoya muzakerayan de li ser maseyê rûdinin, ev pêşketina herî mezin e."

Piştî axaftinan hunermend Nûrcan Degîrmencî û Bêrîvan Arîn konser dan.

QELQELÎ

Li navçeya Qelqelî ya Wanê jî bi sedan jinên cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê û li ber navenda navçeyê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û "Bê Serok jiyan nabe” hatin gotin û pankarta "Jinên azad ber bi germahiya rojê ve dimeşin, em 8'Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê li têkoşerên Kobanî pîroz dikin" û posterên kadroyên pêşeng ên PKK, YPJ ên ku dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Piştre Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci axivî û da zanîn ku têkoşîna azadiya jinan gihiştiye asta herî bilind.

Piştre komek Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) derket ser dikê û stran got.

ÇALDÊRAN

Li navçeya Çaldêran a Wanê jî, li Salona Konferansê ya Şaredariyê panelek hate lidarxistin û têkildarî têkoşîna jinan sînevîzyonek hate nîşandan. Tevî civaknas Selda Tuncer gelek jin tevlî çalakiyê bûn.

GIMGIM

Li navçeya Gimgim a Mûşê jî, bi hezaran jin tevlî merasima vekirina Navenda Piştevaniya Jinan a Savuşka ya ku ji aliyê şaredariyê ve hate vekirin bûn. Tevî Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, hevserok û hevşaredarên HDP-DBP ên navçeyê, tevlî meşa piştî merasîmê bûn. Di meşê de dirûşm hatin gotin û wêneyên jinên pêşeng ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, alên KJA û YPJ  û posterên Ocalan hatin hilgirtin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel axivî û diyar kir ku jin çarenûsa Rojhilata Navîn diguherin. Tûncel bal kişand ser bexwedana jinan a li Rojava û Şengalê.

Piştî axaftinan hunermendên ji Navenda Çandê ya Şehîd Mordem û hunermend Meral Tekçî derketin ser dikê û stran gotin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîd a Agiriyê jî ji bo mîtînga ku wê 7’ê Adarê li Agiriyê pêk bê, li malan civîn hate lidarxistin. Civîn, bi pêşengiya jinên HDP, DBP û KJA’yî pêk hatin. Di çarçoveya xebatan de li taxên Heskîf û taxa nû civîn pêk hatin û Hevşaredara Bazîdê Delala Tekdemîr jî tevlî civînan bû.

ŞAX

Li navçeya Şaxê ya Wanê jî şahiyek hate lidarxistin. Tevî hevserok û hevşaredarên DBP û HDP’ê bi sedan jin tevlî çalakiyê bûn. Di şahiyê de wêneyên şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan û sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Ozge Aslan a ku li Mêrsînê hatibû qetilkirin, hatin hildan. Di şahiyê de dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û "Bijî Berxwedana Jinên Kobanê" hatin gotin.

Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Şaxê Evîn Keve axivî  bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê.

Şahî bi stranên hunermendên NÇM’ê bi dawî bû.,

COLEMÊRG

Li  Colemêrgê jî bi pêşengiya Navenda Jinan a Binefş a Şaredariya Colemêrgê û Kongreya Jinên Azad (KJA) jin li hev kom bûn  û bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kart ji bo jinên di girtîgehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê re şandin. Jinên li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hev kom bûn û ber bi postexaneyê ve bi rê ketin. Hevseroka HDP’ya Colemêrgê Zeynep Dara Besî axivî û bal kişand ser tundiya li ser jinan û da zanîn ku roj roja têkoşînê ye û banga xurtkirina çalakiyan li jinan kir.

FARQÎN

Endamên Meclîsa Şaredariya Farqînê jî bi heman armancî civîna xwe mehane bi kincên gelerî li dar xist. Jinên ku bi kincên reng bi reng tevlî bibûn, zilaman jî 'şal û şapik' li xwe kirin û tevlî bûn. Endamên jin, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz kirin û xwestin ev roj rêya aştî û azadiyê veke. Li aliyê din di meclîsê de hate diyarkirin ku wê roja 8'ê Adarê ji bo hemû xebatkarên jin ên şaredariyê bi destûr bê hesibandin.

MÊRDÎN

Serokatiya Daîreya Gihandin û Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê biryar da ku li  li bajar û navçeyan ji bo wesayîtên veguhestinê pere ji jinan neyê wergirtin. Di vê çarçoveyê de otobusên girêdayî şaredariya Mêrdînê wê roja 8’ê Adarê pere ji jinan wernegirin.

SÊRT

Çalakiyên jinên Sêrtî yên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jî berdewam dikin. Jin li navçeya Tillo ya Sêrtê geriyan û qûrnefîl li jinan belavkirin. Piştre li Navenda Perwerdeyê ya Gel a Tilloyê civînek hate lidarxistin.

QOSER

Li navçeya Qosera Mêrdînê jî mamoste û xwendekarên Navenda Etut a Mehmet Yalçin (MAHER) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê sînevîzyonek nîşan dan.

Ji xebatkarên Navendê Filîz Mamû axivî û diyar kir ku bi sedan sal in jin bindest in û diyar kir ku zextên li ser jinan berdewam dikin.  

Mamû bal kişand ser tundiya li ser jinan û bal kişand ku li Kobanê şoreşa jinan pêk hat. Mamû destnîşan kir ku şoreşa Kobanê berê şoreşa jinan guhertiye.

Piştre sînevîzyon hate nîşandan û şanoya Xezal a ku ji aliyê xendekar û mamosteyên MAHER ve hatibûn amadekirin hate nîşandan.

Güncelleme Tarihi: 04 Mart 2015, 12:29
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER