Li Kobanê de 3 çete bi saxî hatin girtin, 3 çete hatin kuştin

Di çarçoveya operesyona rizgarkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şervanên YPG/YPJ'ê, 3 çete bi saxî girtin. Di çalakiyên ku 3 çete jî hatin kuştin de gelek cebilxane hate desteserkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şervanên YPG/YPJ'ê şevê din li başûrê gundê Xirab Eto yê dikeve rojavayê Kobanê li dijî çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete bi saxî hatin girtin û gelek cebilxane ketin destê YPG’ê. Li herêmê pevçûn cih bi cih didomin.

Li eniya başûr rojhilatê Kobanê jî şervanên YPG/YPJ'ê li nêzî benda kontrolê ya Dîcle ya li ser rêya navneteweyî, motorsiletekî çeteyan hedef girtin. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û motorsiklet hate rûxandin.

Li heman eniyê li dijî girên li derdora gundê Çelebiyê çalakî hat lidar xistin. Di çalakiyê de çete ji cihên xwe reviyan û cebilxaneya wan ket destê YPG’ê.

Li eniya rojhilat li gundê Axbaşê di encama çalakiyên şervanên YPG’ê de 2 çete hatin kuştin.

Güncelleme Tarihi: 04 Mart 2015, 12:32
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER