Pêdiviyên koçberan pêşwazî dike

Kargeha dirûtinê ya li kampa Newroz a Dêrikê hewl dide ku pêdiviyên cil û bergan ên koçberan peyda bike.

Pêdiviyên koçberan pêşwazî dike

Bi armanca peydakirina pêdiviyên cil û bergan ên koçberên Şengalê yên li kampa Newroz a Dêrikê bi cih bûne, rêveberiya Kampê bi hevkariya Navenda Weqfa Jinên Azad a Rojavayê Kurdistanê kargeheke dirûtinê li kampê vekir.

Kargeh nêzî 7 meh beriya niha di konekê de hatiye vekirin û 8 karkerên jinên koçber tê de dixebitîn. Di kargehê de xebat ji liyê 2 ekîban ve têne meşandin. Ekîba yekemîn ji saet 08.00’an heta 11.00’an, ekîba duyemîn jî ji saet 14.00’an heta 17.00’an kar dike. Li gorî çanda êzidiyan roja çarşemê jî wekî betlane hatiye diyarkirin. Di kargehê de gelek cureyên cil û bergên taybet ên li gorî çanda êzidiyan tên çêkirin. Kargeh rojane nêzî 30 parçeyên cilan derdixe.

2015-5-5-DRK-FEPRIQ-JENE-LI-KAMBA-NEWROZ      (247881479)

Di destpêka vekirina kargehê de tenê du makîneyên dirûtinê hebûn. Lê piştî demekê bi armanca berfrehkirina vê projeyê û zêdekirina hejmara xebatkarên di kargehê de, Navenda Weqfa Jinên Azad a Rojavayê Kurdistanê 7 makineyên din anîn û li kargehê zêde kirin. Her wiha makîneyeke girêkan (hebkê) û gelek pêdiviyên kargehê yên wekî ta, cew û birrek jî peyda kirin.

Tişta balkêş ew e ku xebatkarên kargehê ku hemû ji jinan pêk tên, bi dildarî dixebitin. Kargeh pêdiviyên koçberên di kampê de jî bêpere peyda dikin.

2015-5-5-DRK-FEPRIQ-JENE-LI-KAMBA-NEWROZ      (247881480)

Rêvebera kargehê Zehra Silêman ji ANHA’yê re got ku ew yek ji koçberên di kampê de bi cih bûye ye û armanca wan ji vê kargehê ew e ku jinên di kampê de debara xwe bi xwe bikin û dema xwe bi kar dabigirin.

Zehra Silêman di axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku koçberên di kampê de welatiyên xizan in û hêza wan têrê nake ku cil û bergan ji bazaran bikirin, me pêwîstî bi vekirina vê kargehê dît û em ji hemû koçberan kampê re dirûtên bê pere dikin. Her karkerên jin di vê kargehê de dema xwe dadigirin û alîkariya malbata xwe dikin.”

2015-5-5-DRK-FEPRIQ-JENE-LI-KAMBA-NEWROZ      (247881485)

Zehra got ku hemû karkerên jin bi dildarî di kargehê de dixebitin û tenê hin diyariyên sembolî distînin û wiha diyar kir: “Rêveberiya kargehê hewl dide di demên pêş de nûçeyekê ji karkeran re diyar bike û xebatên xwe berfirehtir bike. Her wiha Navenda Weqfa Jinan jî soz dane me ku dê ceneretoreke taybet ji bo kargehê ji me re peyda bike.”

Zehra di dawiya axaftina xwe de bang li hemû sazî û rêxistinên jinan ên Rojavayê Kurdistanê û derve kir ku ji bo pêşxistina projeyên bi vî rengî alîkariya wan bikin.

2015-5-5-DRK-FEPRIQ-JENE-LI-KAMBA-NEWROZ      (247881486)  (Medium) (2)

Her wiha karkereke kargehê ya bi navê Emîra Xelîl spasiya rêvebera kargehê bi vekirina vê projeyê kir û wiha got: “Bi saya vê kargehê ez dema xwe bi kar dadigirim û alîkariya koçberan jî dikim. Ez bi hêvî me rêveberiya kampê ji bo alîkariya koçberan projeyên din ên taybet bi jinan vebike.”

Güncelleme Tarihi: 07 Mayıs 2015, 09:28
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER