Rojava amadekariyên Newrozê dike

Li bajarên Kantona Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin.

Rojava amadekariyên Newrozê dike
Li bajarên Kantona Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Pîrozbahiyên îsal wê bi dirûşmeyên “Êdî bese ji Rêbe rApo re azadî” û “Bi berxwedana Mazlum û Arînan ber bi Rojavayek xweser û Suriyeyek demokratîk ve” bêne lidarxistin.


Li Kantona Cizîrê ku di rojên dawî li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek mezin tê nîşandan, li aliyekê jî amadekariyên sembola berxwedan û azadiyê cejna Newrozê tên kirin.

Ji bo pîrozbahiyan Komîteya Amadekar a Giştî hatiye avakirin û dest bi xebatan hatiye kirin. Girêdayî komîteya giştî li her bajarekî jî komîteyên amadekar hatine avakirin.

Derbarê amadekariyan de Endamê Komîteya Amadekar Ferhad Dêrik agahî dan ANHA’yê.FERHAD-DERIK

Ferhat Dêrik bibîr xist ku Newroz di dîroka gelê kurd rojeke pîroz e,  tê wateya  berxwedan û azadiyê û got ku wê Newroz 2015’an bibe bibe Newroza azadiya gelê kurd ku bibe xwedî nasname û îrade, her wiha xwe bi cîhanê bide qebûlkirin.

Ferhat Dêrik destnîşan kir ku wê pîrozbahiyên îsal bi dirûşmeyên, “Êdî bese ji Rêbe rApo re azadî” û “Bi berxwedana Mazlum û Arînan ber bi Rojavayek xweser û Suriyeyek demokratîk ve” bêne lidarxistin.

Dêrik da zanîn ku li hemû bajaran xebat hatine destpêkirin û wê pîrozbahî bi tevlîbûn û coşeke mezin, her wiha bi rihê serhildanê pêk werin. Dêrik got, “Em ê Newroza 2015‘an bikin newroza pêşxistina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û demokratîk kirina Sûriyeyê.

Ferhat Dêrik bang li tevahiya welatiyan û pêkhateyên herêmê kir ku bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiyan bibin da ku ji tevahiya cîhanê re ispat bikin ku gelê kurd li hemberî her êrîşan têkoşîn û berxwedana xwe dewam dike.

Güncelleme Tarihi: 16 Mart 2015, 17:56
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER